|
Evîna Mêrxasekî pirtukekî giranbûha ya Ibrahîm Osman e. Bê gûman gelik pirtûk hene encama ked û xebatekî gelekî berfireh û ya sala ne. Her pirtûk bi kedê di afire û pê dighêje lê hindek jê gelik çavkaniyên cûrbecûr û tevgerekî bê hempa dixwaze. Ev pirtûka Ibrahîm Osman jî pirtûkekî bi vî rengî giranbûha ye. Bi kinî nivîsa pisa pirtûkê naveroka wê derdibire.
------------Nivîsa ser pelê wê yê pistê------------
Bûyera ku bûye mijara vê romanê, ne ji encama xeyalperestiyê û ne xwerû ji çîrokekê hatiye hûnandin. Bûyer serpêhatiya destana lehengiyê ye û qewimiye. Encama gelek lêkolînên ku ez gihistimê, bûyera ku bûye sedema strana Dewrêsê Evdî, li derdorê salên 1784 an qewimiye. Wê heyamê, li herêma Wêransarê, navçeya Ruhayê, esîra Milan gelekî mezin e. Hewil dide serbixwe bijî. Lewma bac û qemçûrê nade dewletê û di navbera wî, Erebên Gêsan û Turkmenan de nakokî hene. Sultanê dewleta Osmanî Evdilhemîdê I. wê demê li ser text e. Sutan Evdilhemîd ji Temir Pasayê Milî bi tirs û fikar e. Sedemeke din jî ev e ku Osmnaiyan hêza xwe ya li Ewrûpayê winda kiribû, di destên wan de bi tenê gel û esîrên Rojhilat mabûn. Sultan, ji bo ku berjewendiyên dewletê bigire binê demanê, destekê dide Ereb û Turmenan, yekîtiya wan ava dike, êrîsî ters û talanên esîra Milan dikin. Ji sedema êrîs û talanan serweriya Temir Pasa dikeve metirsiyê. Dewrês evîndarê Edûlê ye û ji sedema bend û astengiyên olî û esayirî nikare bigihîje destgirtiya xwe. Lewma, ji bo xatirê ku bighîje hezkiriya xwe Edûlê, Dewrês li gel yanzdeh hevalê xwe dadikeve qada ser û dibe cangoriyê evîna xwe.
-----
Pirtûk ji 331 Rûpelan pêk tê.
|
7 ?
14 ?
7 ?
14 ?
12 ?
6 ?
5 ?
6 ?
5 ?
9 ?
6 ?
15 ?
Hemî berhemên Pirtukên Kurmanciya jorîn(Kurmancî)
Þiroveyên ji bo Evîna Mêrxasekî-Ibrahim Osman hatî kirin
Ji bo Evîna Mêrxasekî-Ibrahim Osman Þirove bike
Ku þiroveya we ji aliyê karmendên me ve hate dîtin û pejirandin dê bête weþandin