Di derbarê mede |
Firosgeha Kurdî ya navnetewî ya ser torê (Înternetê) kurdewari.com di 03.Gulan 2006 ê de li Elmanya bajarê Frankfurtê hate avakirin. Saziya Kurdewarî bi navê www.kurdewari.com xebatekî navnetewî ya firosgehiya Kurdî dimesîne. Di vî warî de jî di karê xwe de dezgehekî bispore û xwedan azmûnekî salane. Em dikarin bêjin ku malpera yekem ya professional ya Kurdî ya firosgehî ye. Di nava van çar salên destpêkêde bi taybet berhemên Kurdî; Muzîk, Film û Pirtûk gihandine Kurdên çardorê Cîhanê û valatiya mezin ya di vî warî de dagirtiye. Kurdewari.com her sal xebatên xwe li gorî pêdivî û pêwistiyên daxwazvana û pêsketina teknîkî pêsde dibe û bersiva van pêsketinan dide. Ji ber vê yekê jî xebatekî serkeftî ya firosgehiya Kurdewarî ye. Kurdewari.com di nava dema xebata xwe de bi taybet peywendiyên bazirganî, çandî, wêjeyî û kurdewarî li gel, produktion, nivîskar, hunermend, malperên Kurdî, pesindêr û kesên navdar çêkiriye û di vî warî de gihistiye astekî mezin ya bazara karê Kurdewarî. Hertim xebatekî ji bo xizmeta Kurdewarî bingeh hatiye girtin ji ber vê yekê jî di warê daringî û dirafî de Kurdewarî hertim ketiye nava zehmetiyekî mezin de. Lê di encamde Kurdewarî buye xwedî berhevekî mezin ya berhemên Kurdî û di dema nû de bi sîstema nû ve êdî bersiva hemî pêdivî û daxwaziyên Kurdên Kurdistanê û Cîhanê dide. Bi pêsketina derfetan ve êdî berhemên Kurdîstanê bi asanî li Ewrûpa, Emerîka û hemî deverên cîhanê bi rêka Kurdewarî.com têne belavkirin. Di dema nû de, tevayî pirtûkên Kurdî, yên kevin û yên nû di Kurdewari.com de dê bêne pêskeskirin. Di heman demê de muzîkên nû, bi tevayî zaravayên Kurdî yekser di Kurdewari.com de hun dikarin bibînin. Wekî dîtir jî Filmên Kurdî, Kurtefilîm, belgefilîm dê li ber destê webin. Kurdewarî wekî berê bi van berheman ve kêm namîne. Hun dê cil û bergên Kurdî, cemedanî û kefî, remzên Kurdî yên cûrbecûr, alayên Kurdistanê, berpêsîrk, xalîçe, gerdank, peyker û gelik berhemên Kurdewarî di Kurdewari.com de bibînin. Êdî Kurdewarî dê ne firosgeha Kurdewarî tenê bê. Dê ji bo Kurdan berhemên dîtir yên pêwist jî pêskes bike û bighîne çardorên cîhanê. Di dema pês de dê bibe firosgehekî mezintir û berhemên curbecûr yên elektronîk, yên cûda jî dê bêne firostin. Xala herî giring û serekî ewe ku Kurdewari.com ji bo gihandina berheman sînoran nas nake. Em dikarin berhemên ku hun dixwazin ji were bighînine kolanekî nava BEXDAYÊ, nava ENQERÊ, nava SAMÊ jî. Çawan ji bo Kurdan sînor nînin, ji bo Kurdewarî jî sînor nînin. Hun bixwazin em alayên Kurdistanê ji were birêkin nava ENQERÊ jî, nava BEXDAYÊ jî û nava SAMÊ jî. Ji bo ku bo we arîse dernekevin emê hemî rêkên hinartinê biceribînin û rêka herî ewle ji bo we hilbijêrin. Wekî din jî di warê kirînê de me sîstema xwe pêsde bir û ji bo we hesantir kir. Hun dikarin gelekî hesanî berheman bikirin. Bi rêka Paypal ê hun dikarin ji her devera cîhanê bûhayê berheman bighînine me. Em jî pistî ku bûha gihiste me yekser berhemê we ji bo we dihinêrin. Li Ewrupa û bi taybet Elmanya hun dikarin hesabê banqê bikar bînin. Ji welatên dîtir jî hun dikarin bi rêka paypalê bûha bighînine me. Emê di derbarê paypalê de jî berfirehî zanyarî bidin we. Deverên ku paypal çênebê, hesabê banqê çênebê, hun dikarin bûhayê berhem bi rêka nasekî xwe ji mere birêkin, heman wekî ku bi salane Kurdên penaber dijîn em jî bi rêka nasên we berheman ji were birêkin an jî bi rêka postê. Ji bo Kurdan Kurdewarî bi Kurdî berheman dikare bisîne, wekî hemî xebatên penaber. Kurdewarî ji bo we kar dike, ne ji bo girfanê xwe, ne jî ji bo dewlemendbûnê, ku heya we ji berhemên Kurdî hebe hun dê vêya bizanibin. Ji ber vê yekê ji Kurdewari.com bikirin da ku em jî bihêz bibin û karibin berhemên Kurdî bighînine çardorên cîhanê. Kurdewari.com ji bo tevayî pirsên di serê we de û kesêyên we yê kirînê çareyan dibîne. Hun bêyî bersîv namînin. Bi hêviya ku em bi hevre karekî Kurdewarî yê hêja bikin. Berhemên Kurdî ji Kurdan bikirin.
|




